Şam-SANA
Wezareta Dadê ya Sûrîyê bang li hemû alîyên dadgerî yên peywendîdar kir ku bi temamî pabendî bendên giştînameya hejmar /26/an bin, ku di 29ê meha Hezîrana borî de hatibû derxistin, derbarê birêkxistin û kontrolkirina rêkarên serederîya ligel tawanên agahdarîyê, bi awayekî ku parastina maf û azadîyên welatîyan misoger bike, û garantîyên qanûnî di qonaxên lêkolîn û şopandinê de xurt bike.
Rêveberê Têkilîyên Hikûmî û Pêwendîyan di wezaretê de Bera’ Ebdilrahman di daxuyanîyekê de ji bo SANAyê, duh Pêncşemê dîyar kir ku ev giştîname ji rola destûrî û qanûnî ya Wezareta Dadê di parastina azadîyên giştî de derdikeve holê, da ku hevsengîyê di navbera parastina civakê ji tawanên agahdarîyê û misogerkirina mafên takekesî de pêk bîne.

Ebdilrahman piştrast kir ku wezaretê bang li hemû dozgerên giştî yên li parêzgehan kiriye ku divê bi temamî pabendî tiştên di giştînameyê de hatine bibin, û şopandina cîbicîkirina wê ya baş ji alîyê hemû dezgehên pispor ve bikin. Her wiha hemû doz û pirsgirêkan di zûtirîn dem de çareser bikin bi awayekî ku serwerîya qanûnê xurt bike, rûmet û mafên welatîyan biparêze, û derbasbûna ewle ya rêkarên dadgerîyê li gorî bendên qanûnê misoger bike.