Şam-SANA
Wezîrê Navxwe Enes Xetab ligel Balyozê Tirkîyê li Şamê Nûh Yilmaz û şandeya pê re, awayên bilindkirina hevkarîya dualî ya di navbera her du welatan de û xurtkirina pevguhertina ezmûnan gotûbêj kirin.
Wezareta Navxwe îro Yekşemê dîyar kir ku her du alîyan her weha pêşxistina mekanîzmayên karê hevbeş ji bo rûbirûbûna kêşeyên ewlehîyê yên herêmî gotûbêj kirin, bi awayekî ku xizmeta aramîya herêmê bike.
Di hevdîtinê de Rêveberê Îdareya Hevkarîya Navdewletî Eqîd Ebdulrehîm Cebara û Rêveberê Îdareya Têkilîyên Giştî Hîlal Rêhanî amade bûn.





