Vîyena-SANA
Komara Erebî ya Sûrîyê bi nûnertîya Desteya Enerjîya Atomî ya Sûrîyê, li kêleka şandeyên ji 182 dewletên cîhanê, li Vîyenaya paytexta Awistiryayê beşdarî 70yemîn gera Konferansa Giştî ya Ajansa Navneteweyî ya Enerjîya Atomî dibe, ku karên wê duh Duşemê dest pê kir û heta 18ê Îlonê berdewam dikin.
Serokê Desteya Enerjîya Atomî ya Sûrîyê Dr. Muder El-Ugle di daxuyanîyekê de ji bo SANAyê piştrast kir ku beşdarîya Sûrîyê di Konferansa Giştî de bi armanca jinûveçalakkirina bernameyên hevparîya teknolojîk û zanistî di warên enerjîya nukleerî ya aştîyane de ye.
El-Ugle lê zêde kir û got: “Em ê rakirina benda pabendnebûnê û girtina dosyayê bikin xaleke nû ya werçerxanê ber bi qonaxeke şefafîyet, hevkarî û pêngavên pratîkî ji bo projeyên nukleerî yên aştîyane,” û got jî ku: “Me uranyum xist bin garantîyên ajansê, ligel mana madeyan bi awayekî parastî û bi temamî ewle li hundirê axa Sûrîyê.”
El-Ugle li dawîyê jî destnîşan kir ku şandeya Sûrî dê di çarçoveya karnameya konferansê de pejirandina bernameyên hevkarîyê yên paşerojê, budce û pêşxistina pîvanên ewlehîya nukleerî, ligel hilbijartina endamên nû yên Lijneya Rêveberan, gotûbêj bike.