Parêzgeh-SANA
Ji ber şewat û bûyerên trafîkê yên ku roja Îna çûyî li seranserî Sûrîyê pêk hatin, kesekî canê xwe ji dest da û 24 kesên din jî birîndar bûn. Tîmên Parastina Sivîl ên ser bi Wezareta Rewşên Awarte û Rêveberirina Karesatan destwerdan di van bûyeran de kir.
Parastina Sivîl a Sûrîyê dîyar kir ku tîmên wan bersiva 181 şewatan dane, ku 45 ji wan di zevî û berhemên çandinîyê de bûn. Di encama van şewatan de kesekî jîyana xwe ji dest da û 9 sivîl birîndar bûn. Piştî alîkarîya destpêkê, birîndar ji bo dermankirinê bo nexweşxaneyan hatin birin.
Her wiha tîmên Parastina Sivîl bersiva 19 bûyerên trafîkê li parêzgehên cuda cuda dan. Di encama van bûyeran de 15 sivîl birîndar bûn û piştî alîkarîya pêşîn ber bi nexweşxaneyan ve hatin veguhastin. Tîman her wiha şopên bûyeran ji ser rêyan rakirin û ewlehîya cihên bûyerê dabîn kirin.


