Şam-SANA
Wezîrê Rêveberîya Xwecihî û Jîngehê Mihemed Enceranî di konferanseke rojnamevanîyê de îro Çarşemê ragihand ku hemû karmendên ji ber beşdarîya di şoreşa Sûrîyê de ji kar hatibûn dûrxistin, vedigerin ser karên xwe.
Wezîr Enceranî tekez kir ku vegerandina karmendên ji kar hatine dûrxistin berpirsîyarîyeke exlaqî û neteweyî ye, ew kesin şareza ne divê em di pêvajoya avakirina Sûrîyê de sûdê ji pisporîya wan wergirin.
Wezîr weha jî got: “Me rêyeke dezgehane ji bo vî karî hilbijartîye ku li ser bingeha lêkolînkirina şîyan û pisporîyên karmendan e, da ku em bigihên biryarên ku her kes li cihê xwe yê guncav bicih bibe da baştirîn performansê pêşkêş bike û sûdê bigihîne rêveberîya ku tê de dixebite.”
Wezaretên cihêreng di wergirtina daxwaznameyên kesên ji karên xwe ji ber beşdarîya wan di şoreşa Sûrîyê de hatine dûrxistin de berdewam in, di çarçoveya rêkarên vegerandina wan karmenan ser karên wan de.


