Bikarxistina vê malpêrê, dide ku tu siyaseta taybetmendiyê u mercên bikaranînê dipejirînî.
Pejirandin
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  • Werzîş
  • Navnetewî
Reading: ​Planên Pêşwext li Hesekê ji bo Kêmkirina Metirsîyên Lehîyan di Zivistana Bê de
  • AR
  • EN
  • TR
  • FR
  • ES
  • Çand û Huner
  • vîdyo
  • Wêne
  • Cêwazî
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
  • Werzîş
  • Navnetewî
Search
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Hawpolên Hewalan
    • Siyaset
    • Çand û Huner
    • Wêne
    • vîdyo
    • Cêwazî
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  •  Zimanekan
    • العربية
    • English
    • Türkçe
    • Français
    • Español
Follow US
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA) > Nûçeyên Sûriyê > Nûçeyên Parêzgehan > Hesekê > ​Planên Pêşwext li Hesekê ji bo Kêmkirina Metirsîyên Lehîyan di Zivistana Bê de

​Planên Pêşwext li Hesekê ji bo Kêmkirina Metirsîyên Lehîyan di Zivistana Bê de

Hat weşandin: 2026/09/15 10:53 AM
Hat nûkirin: 2026/09/15 10:53 AM
Wêne ji Arşîvê ye

​Heseke-SANA

​Rêveberîya Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan li Parêzgeha Hesekê ligel Rêveberîya Çavkanîyên Avê li Parêzgehê, rêkar û amadekarîyên pêşwext ji bo kêmkirina metirsîyên lehîyan di zivistana bê de gotûbêj kirin, nexasim xebatên têkildarî baştirkirina herikandina ava baran û lehîyan û bilindkirina asta amadebaşîya wan deverên ku herî zêde rûbirûyî lehîyan dibin.

​Rêveberê Rêveberîya Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan Ebdilhelîm Şehab, di daxuyanîyekê de ji bo nûçegihanê SANAyê, duh Duşemê dîyar kir ku di hevdîtinê de mekanîzmayên cîbicîkirina karên vekirin û paqijkirina rêça Çemê Xabûrê li bajarê Hesekê hatin nirxandin; ku rêveberîyê tîmên pispor ji bo pişkinîna rêça çêm û destnîşankirina wan deverên ku pêdivîya wan bi paqijkirin û nûjenkirinê heye şandine, bi awayekî ku beşdarî baştirkirina herikbarîya avê û derxistina wê bibe û egera çêbûna lehîyan sînordar bike.

​Şehab destnîşan kir ku rêveberîyê dest bi wergirtina hejmarek rêkarên pêşwext kiriye ji bo kêmkirina metirsîyên lehîyan û xurtkirina amadebaşîyê ji bo zivistana bê, ev jî di çarçoveya planên hikûmetê de tê ku armanca wan xweparastina ji metirsîyan û bersivdana zû ji bo wan e.

​Her wiha da zanîn ku hejmarek rêkar dê li gundewarê parêzgehê werin cîbicîkirin, di nav de bilindkirina bendên axê û paqijkirina rêbar, pir û cobarên herikandina avê, nexasim li her du navçeyên Til Hemîs û Til Koçerê li gundewarê Qamişloyê, bi armanca dabînkirina rêyên guncav ji bo herikandina ava baran û lehîyan û rêgirtina li kombûna wan li deverên nizim û nêzîkî cihên xelkê û rêyan.

Li gundewarê Derayê, li nêzîkî binkeyeke rejîma berê goreke bikom a 11 kesan hat dîtin
Tê Texmînkirin ku li Derayê Berhemdana Bacanên Sor Bigihîje 315 Hezar Tonî 
Serok El-Şeri’: Deynekî Sûrîyan ji Hemayê re heye û erkê me ye ku em bi hezkirin û biratî bidin
Konferansa Sûrî-Danîmarkî ya Dermankirina Fizîkî li Şamê Dest Pê Kir
Vekirina Ofîsa Berîdê ya Hetleyê li Dêrezorê
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
TAGGED:​Baştirkirina herikandina ava baranêMetirsîyên lehîyanPlanên pêşwextRêveberîya Çavkanîyên Avê li Hesekê
Share This Article
Facebook Whatsapp Whatsapp LinkedIn Telegram Copy Link

Editors Choice

Li Başûrê Ukraynayê di Êrîşeke Rûsî ya li ser Otobusekê de 5 Kes Hatin Kuştin

September 16, 2026

Şirketên Erebistana Siûdî Azmûnên xwe yên Karta Avahîsazîyê di “Îmar 2026” de li Şamê Pêşkêş Dikin

September 16, 2026

Ewlehîya Navxweyî li Restenê Toreke ku Aramîya Civakê Dikir Armanc Girt

September 16, 2026

​Ewqafa Der’ayê Xwendekarên ku Hinek Beşên Qurana Pîroz Ji ber kirine Xelat Dike

September 16, 2026
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)

Ajansa Sûriye Erebî ya Nûçeyan – SANA

Ajansa Niştîmanî ya Nûçeyên fermî yên Sûrîyeyê, di 24ê Hezîrana 1965an de hatiye damezirandin. Bi Wezareta Ragihandinê ve girêdayî ye û navenda wê ya sereke li Şamê ye.

  • Sûriyê û Cîhan
  • Serokatiya Komarê
  • Siyaset
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Tendrustî
  • Navnetewî
  • Perwerdehî
  • Çand û Huner
  • Werzîş
  • Geşt û Gozar
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
© Syrian Arab News Agency. All rights reserved.
Welcome Back!

Sign in to your account

Username or Email Address
Password

Lost your password?