Şam – SANA
Rêveberê Rêveberîya Rêkxistina Veguhastina Kelûpelan li Wezareta Veguhestinê Xalid Keshe dupat kir ku guhertina nû ya bihayê berhemên neftê, xasma mazotê, bandoreke mezin li tevgera veguhastina kelûpelan kiriye.
Keshe dîyar kir ku tevger niha li çend parêzgehan hema hema bi temamî rawestîyaye; ev yek jî hevdem e ligel grevgirtina hejmarek xwedîyên barhilgiran, ya ku bandoreke neyînî li ser tevgera veguhastinê li derîyên sînorî û benderan çêkiriye.
Keshe duh Yekşemê di daxuyanîyekê de ji SANAyê re bal kişand ser wê yekê ku bilindbûna bihayê mazotê dibe sedema zêdebûneke mezin di lêçûnên xebitandina wesayîtên barkêş de.
Navborî eşkere kir ku bihabûna sotemenîyê bandorê li hemû pêdivîyên veguhastinê dike, ji wan: Heqdestê ajokaran, teker, tamîrkirin, parçeyên yedek û lêçûnên din ên girêdayî xebitandina wesayîtan.
Rêveberê Rêveberîya Rêkxistina Veguhastina Kelûpelan li Wezareta Veguhestinê Xalid Keshe her wiha destnîşan kir ku zêdebûna lêçûnên veguhastinê dê ji alîyê xwe ve bandorê li tevgera hinartina berhem û kelûpelên bazirganîyê bike, nexasim ku ligel bilindbûna nirxê sotemenîyê, xercîyên din ên karê veguhastinê jî zêde dibin; ev jî barê veguhêzeran girantir dike û bandorê li veguhestina kelûpelan di navbera parêzgehan de û bi rêya dergeh û benderan dike.
