Şam-SANA
Îro Çarşemê, Dadgeha Cezayan a Çaremîn li Şamê, yekemîn rûniştina darizandina tawanbar Wesîm El-Esed da destpêkirin. Ew bi beşdarbûna di gelek tawanan de li dijî gelê Sûrîyê di dema rejîma revîyayî de tê tawanbarkirin. Rûniştin bi amadebûna Dozgerê Giştî yê Sûrîyê Hesan El-Turbe û nûnerên rêxistinên mafên mirovan ên niştimanî û navneteweyî bi rê ve çû.
Rûniştin bi serokatîya dadwer Fexredîn Mistefa El-Eryan hat lidarxistin. Her du şêwirmend Ebdilhemîd El-Hemûd û Husam Ebdilrehman jî tê de beşdar bûn. Her wiha nûnerê Dozgerîya Giştî dadwer Omer Mehmûd El-Radî di rûniştinê de amade bû.
Dadwer El-Eryan lîsteya tawanan a li dijî Wesîm El-Esed xwend, ku di nav wan de: Birêvebirin û avakirina komên çekdar ên nefermî bi erkdarkirina Emîd “Xîyas Dela” (fermandarê lîwayekê di betalyona çarem de ya ser bi rejîma revîyayî bi fermandarîya Mahir El-Esed) ji destpêka sala 2011an ve.
Ev kom beşdarî operasyonên leşkerî yên berfireh li dijî navçeyên sivîl li Xûtaya Rojhilat, nexasim bajarokê El-Milêha bûne. Di encama van operasyonan de, hejmareke mezin a sivîlan hatin kuştin. Her wisa Wesîm El-Esed bi berpirsyarîya bûyereke kuştinê li Cermanayê, beşdarbûna di komkujîyan de, handana eşkere ya tundûtûjîyê, qaçaxçîtî û bazirganîya madeyên hişbir û tawanên talankarî û gefxwarinê tê tawanbarkirin.
Dadwer li dawîyê destnîşan kir ku ev kiryar di çarçoveya tawanên şer û tawanên dijî mirovahîyê de cih digirin, her wiha li dijî bendên Yasaya Cezayan a Sûrîyê ne.