Dera-SANA
Hêzên Ewlekarîya Navxwe li parêzgeha Derayê, bi hevkarîya Rêveberîya Dijterorê, efserê bi navê Mus’eb Ehmed Ebû Rukbe girt; Mus’eb bi pileya muqedem di şaxên Ewlekarîya Cînayî û ya Sîyasî yên rejîma berê de li Reqayê kar dikir.
Hêzên Ewlekarîya Navxwe, dîyar kir ku di dema lêpirsînan de hatiye isbatkirin ku Ebû Rukbe îşkenceya sîstematîk li dijî girtîyan bi kar anîye, lewma li Nemsayê hatibû mehkûmikirin û vê dawîyê li wê derê biryareke dadgehê ya zindankirina wî bo dema 8 salan hatibû derxistin, lê ew berî cîbicîkirina cezeyê revîya û bi rengekî neyasayî derbasî xaka Sûrîyê bû û li bajarê Newayê hat şopandin û girtin.
Ewlekarîya Navxwe bal kişand ser wê yekê ku Ebû Rukbe ji bo temamkirina karûbarên yasayî radestî alîyên peywendîdar hat kirin, ji bo pêşkêşkirina wî ji dadgeha peywendîdar re da ku cezayê xwe yê dadwerane bibîne.