Quneytira-SANA
Hêzên Îsraîla dagîrker îro Sêşemê derbasî ser rêya di navbera gundê Nebi’ El-Fewar li gundewarê Quneytirayê yê bakur û gundê Herfa li gundewarê Şamê yê rojava de bûn.
Nûçegihanê SANAyê li Quneytirayê dîyar kir ku hêzeke dagîrkerîyê ji çend wesayîtan pêk dihat derbasî ser rêya di navbera her du gundan de bû, û xaleke kontrolê ya demkî li deverê danî, û dest bi lêgerîna rêwîyan kir, bêyî ku ti nûçe derbarê rewşên girtinê de werin.
Îsraîl bi êrîşên li ser başûrê Sûrîyê û li ser welatîyan, bi rêya serdegirtinan û têkbirina zevîyan, binpêkirina peymana veqetandinê ya sala 1974an, didomîne.