Hema-SANA
Lehîyên ku ji ber bahoza baranê ya duh Yekşemê li parêzgeha Hemayê rabûn, bûn sedema xeniqîn û mirina zarokekî, her wiha girtina rêya Esrîya–Xenasir–Reqayê li nêzîkî xaçerêya gundê El-Tenahucê li gundewarê parêzgehê.
Rêveberê Navenda Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan li Selemîyê, Mutez El-Elî, di daxuyanîyekê de ji nûçegihanê SANAyê re ragihand ku bahoz bû sedema lehîyên dijwar ku rûberên dorfireh ji zevîyan girtin bin avê, û di encamê de zarokekî 11 salî xeniqî û jîyana xwe ji dest da. Her wiha rê hat girtin û hejmarek otomobîlên ku li ser rê bûn asê man.
El-Elî dîyar kir ku tîmên hawarçûnê bi lez destwerdan kirin û otomobîlên asêmayî derxistin û rêwîyên wan rizgar kirin. Vêga xebatên ji bo vekirina rê û kolanan bi rêya tijîkirina çal û valahîyên mezin ên ku lehîyê li pey xwe hiştine, berdewam dikin.