Hesekê-SANA
Wezareta Tenduristîyê bi hevahengîya bi Wezareta Derve re, nirxandineke meydanî ji bo rewşa bijîşkî û xizmetguzarîyê li Kampa Holê ya parêzgeha Hesekê pêk anî, daku bersivdana tenduristî ji bo rewşên lezgîn û nexweşîyan xurt bibe.
Di daxuyanîyekê de ku kanala Wezareta Tenduristîyê li ser Telegramê îro Şemîyê belav kir, Rêveberê Tenduristîya Dêrezorê Dr. Yûsif El-Setam bal kişand ser dabînkirina ambûlansên taybet ji bo veguhestina rewşên giran ber bi nexweşxaneyên Dêrezorê ve. Her wiha dabînkirina kadroyên bijîşkî û perestarîyê ji bo çalakkirina xizmetên çavdêrîya tenduristîyê ya bingehîn û xurekan.
Ji alîyê xwe ve, nûnerê Wezareta Derve ji bo birêvebirina Kampa Holê Fadî El-Qasim tekez kir ku piranîya niştecihên kampê jin, zarok û kesên xwedî pêdivîyên taybet in. El-Qasim amaje bi hevahengîya bi Wezareta Tenduristîyê re kir ji bo şandina stafekî tenduristîyê yê temam daku çavdêrîya bijîşkî ji bo rewşên giran pêşkêş bike.








