Gundewarê Şamê-SANA
Kampanya “Cebr El-Xewatir”, ku ji hêla çalakîyên gelêrî yên bajarê Dûmayê li gundewarê Şamê bi hevkarîya Komeleya Xêrxwazîyê hatibû destpêkirin, nêzîkî 4000 Çakêt ên zivistanê li zarokên herî hewcedar belav kirin.
Kampanyê di destpêka vê mehê de bi destpêşxerîyeke takekesî ji hêla mirovekî ji bajêr ve, ji bo dabînkirina hewcedarîyên xwendekarên dibistanê dest pê kir. Ev xebat ji hêla xelkê ve bi germî hat pêşwazîkirin, ku ev yek bû sedema berfirehbûna çalakîyên kampanyê.
Kampanî, li ser bingeha lêkolîneke meydanî û serjimarîyeke giştî ya dibistanên xeleka yekem li Dûmayê, bi alîkarîya tîma Dûmayê ya xwebexşîyê hat meşandin, da ku sûdmend bi duristî werin dîyarkirin. Rêveberîya kampanyê ragihand ku ew dixwazin qonaxa duyem bidin destpêkirin da ku çarçoveya piştgirîyê berfirehtir bikin û alîkarîya zarok û malbatên hewcedar li gorî derfetan temam bikin.
Hêjayî gotinê ye ku vê kampanyê berê jî hejmarek projeyên mirovî pêk anîbûn, wek dabeşkirina amûrên çapkirinê li ser dibistanan, belavkirina bi hezaran cil û berg, pêlav û çenteyên dibistanê, her wiha piştgirîya xwendekarên qonaxa amadehîyê û dabînkirina mesrefa dermanan ji bo zarokên hewcedar.




