Şam – SANA
Daxwaza pêşnîyazan a taybet bi projeya nûjenkirina rêya (El-Tenef – El-Besîrîyê) û girêdana çarerêya (El-Sebi` Bîyarê) ber bi El-Besîrîyê ve, ya ku ji alîyê Sazîya Giştî ya Guhastina Rêyan a ser bi Wezareta Veguhestinê ve hatibû ragihandin, ji bo şirketa qeterî ya “El-Muhenedî ya Rê, Bazirganî û Peymandarîyê” hat pejirandin; bi lêçûneke texmînî ku digihîje 150 milyon dolaran û bi maweyê bicihanînê yê 800 rojan.
Rêveberê Giştî yê Sazîya Giştî ya Guhastina Rêyan Muaz Neçar, îro Sêşemê di hevpeyvîneke taybet bi SANAyê re dîyar kir ku dirêjahîya giştî ya projeyê 215 kîlometre ye; ji wan 170 kîlometre ji bo rêya (El-Tenef–El-Besîrîyê) û 45 kîlometre jî ji bo girêdana çarerêya El-Sebi` Bîyarê ber bi El-Besîrîyê ve hatiye veqetandin.
Li gorî gotina Necar, proje nûjenkirin û temîrkirina rêya heyî, sererastkirina kort û beşên zirardîtî, nûkirina tevahîya qata asfaltê, ligel dabînkirina pêdivîyên ewlehîya trafîkê, xêzkirina rêyan û danîna tabloyên rêberîyê li xwe digire.

