Enqere-SANA
Serokkomarê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan, îro Çarşemê di peywendîyeke telefonî de ligel hevtayê xwe yê Amerîkayê Donald Trump, geşedanên li Sûrîyê gotûbêj kirin.
Ajansa Anadolê ji daxuyanîya Serokkomarîya Tirkîyeyê ragihand ku her du alîyan mijarên têkoşîna li dijî rêxistina “DAÎŞ” a terorîst û dosyeya endamên wê yên ku di girtîgehên li Sûrîyê de girtî ne, nirxandin.
Erdogan tekez kir ku “Sûrîyeke pêşketî, bê teror ku aştî lê serdet be, dê beşdarîyê di xurtkirina aramîya herêmê de bike”. Her wiha dîyar kir ku welatê wî geşedanan ji nêz ve dişopîne û destnîşan kir ku yekparçeyîya xaka Sûrîyê û parastina serwerîya wê ji bo Tirkîyê pir girîng e.
Hêjayî bibîranînê ye ku her du serok El-Şeri’ û Trump, pêr roja Duşemê di peywendîyeke telefonî de tekezî li ser girîngîya parastina yekparçeyîya xaka Sûrîyê û serxwebûna wê, û piştgirîya hemû hewlên ji bo pêkanîna aramîyê kiribûn.