Şam-SANA
Wezareta Derve û Koçberan sersaxî û hevxemîya xwe ya ji dil ji hikûmet û gelê Iraqê yê bira re anî ziman, ji ber qurbanîyên qezaya trafîkê ya bi êş ku li parêzgeha Zî Qarê qewimî.
Wezaretê tekez kir ku Sûrîye bi temamî li kêleka Iraqê ye û hevxemîya xwe bi malbatên qurbanîyan re nîşan da, her wiha hêvîya başbûna bilez ji bo birîndaran xwest.
Hêjayî gotinê ye ku duh Yekşemê, li parêzgeha Zî Qarê ya li başûrê Iraqê, di encama lihevketina otobuseke rêwîyan û barhilgirekê de, 21 Iraqîyan jîyana xwe ji dest da û 19 kesên din jî birîndar bûn.