Waşington-SANA
Nûnerê Taybet ê Amerîkayê ji bo Sûrîyê Thomas Barack, piştgirîya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û pabendbûna wê bi pêşxistina proseya entegrasyon û yekbûnê (têkelbûnê) ku di peymana 18ê Kanûna Paşîn a îsal de di navbera Hikûmeta Sûrîyê û rêxistina HSDê de hatiye dîyarkirin, dûpat kir.
Barack li ser hesabê xwe yê Xê, piştî hevdîtina xwe ya bi fermandarê HSDê Mezlûm Ebdî re îro Pêncşemê, ragihand: “Hemû alîyan li ser wê yekê li hev kir ku gava yekem û bingehîn pabendbûna tam bi agirbesta niha ye, di demekê de ku em bi hev re li ser destnîşankirin û cîbicîkirina rêkarên avakirina bawerîyê ji hêla hemû alîyan ve dixebitin, ji bo bihêzkirina bawerî û aramîya mayinde.”
Tê zanîn ku Serok Ehmed El-Şeri` roja Yekşema borî, 18ê Rêbendanê, peymana agirbest û entegrasyona tam a Hêzên Sûrîya Demokratîk di nav sazîyên dewletê de îmze kiribû, ku ev gav rastî pêşwazîyeke berfireh di astên Erebî û navdewletî de hat.