Bikarxistina vê malpêrê, dide ku tu siyaseta taybetmendiyê u mercên bikaranînê dipejirînî.
Pejirandin
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  • Werzîş
  • Navnetewî
Reading: ​Di Bîranîna Şehadeta El-Sarût de.. Ku di Bîra Sûrîyan de wekî Îkona Şoreşa Sûrîyê ye
  • AR
  • EN
  • TR
  • FR
  • ES
  • Çand û Huner
  • vîdyo
  • Wêne
  • Cêwazî
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
  • Werzîş
  • Navnetewî
Search
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Hawpolên Hewalan
    • Siyaset
    • Çand û Huner
    • Wêne
    • vîdyo
    • Cêwazî
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  •  Zimanekan
    • العربية
    • English
    • Türkçe
    • Français
    • Español
Follow US
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA) > Nûçeyên Sûriyê > Nûçeyên cîgehî > ​Di Bîranîna Şehadeta El-Sarût de.. Ku di Bîra Sûrîyan de wekî Îkona Şoreşa Sûrîyê ye

​Di Bîranîna Şehadeta El-Sarût de.. Ku di Bîra Sûrîyan de wekî Îkona Şoreşa Sûrîyê ye

Hat weşandin: 2026/06/08 1:05 PM
Hat nûkirin: 2026/06/08 1:05 PM

​Hims-SANA

Îro, heftemîn salvegera şehadeta Ebdulbasit El-Sarût derbas dibe; ew kesayeta ku navê wî bi hemû qonaxên Şoreşa Sûrîyê ve; ji destpêka tevgera aştîyane ya ji bo rûxandina rejîmê û parastina welat, hatiye girêdan. 

​El-Sarût ji bo Sûrîyan ne tenê serkirdeyekî şoreşger e, belkû sembola vîn, wêrekî û biryardarîya li hemberî zilmê ye, û tevî derbasbûna salan bîranîna wî di wijdana gel de berdewam e.

​Çalakvan Tariq Bedirxan ê ku ji destpêka şoreşê ve bi El-Sarût re jîyaye, di daxuyanîyekê de ji bo nûçegihanê SANAyê tekez kir ku wî piştî mehekê ji destpêkirina şoreşê El-Sarût nas kiriye, û wî di hemû qonaxên wê de nûnertîya rihê şoreşê dikir. El-Sarût îlham dida mirovan û vîna wan xurt dikir da ku li hemberî amraza kuştinê bisekinin, ji qonaxa aştîyane heta serkirdayetîya leşkerî, û heta şehadeta xwe wekî sembola rawestanê ma.

​Ji alîyê xwe ve, hemwelatî Es’ed Henna piştrast kir ku El-Sarût beşdarî hemû rêyên şoreşê bûye; ji beşdarbûna di xwepêşandanên aştîyane de heta parastina çekdarî ya gel. Navborî bal kişand ser wê yekê ku El-Sarût tevî windakirina piranîya malbat û hevalên xwe paşve gav neavêt, û ji bo bidestxistina serkeftinê yan şehadetê şer kir.

​Rojnamevanê ku bi El-Sarût re bûye, Emîr Ebdulbaqî got: El-Sarût gelê Sûrîyê li her deverî radikir ser pêyan, û windakirina wî bandoreke neyînî li moralê şoreşgeran kir, lê bîranîna wî di dilê Sûrîyan de her û her zindî ye.

​Ji hêla xwe ve, ku Yûsif Beyreqdar yek ji hevalên El-Sarût bûye, tekez kir ku El-Sarût boneyeke taybet bû, û ew kesê herî baş bû ku Şoreşa Sûrîyê di hemû qonaxên wê de şênber kiriye. Beyreqdar dîyar kir ku xewna El-Sarût şehadet yan serkeftin bû, û tiştê ku xwestibû pêk hat, û şehadeta wî bandoreke kûr di dilê her kesî de hişt.

​Ji bo Sûrîyan Ebdulbasit El-Sarût bêhtirî serkirdeyekî dimîne; ew sembola vîn û biryardarîyê ye, îkona Şoreşa Sûrîyê ye ku bîranîna wî bi her nifşekî nû re nû dibe.

​El-Sarût, ê ku di sala 1991an de ji dayik bûye, sirûdbêjekî Sûrî yê şoreşger û golparêzê berê yê Yaneya El-Kerame û Tîma Niştimanî ya Ciwanan a Sûrîyê bû. Ew wekî yek ji serokên herî dîyar ên xwepêşandanên li bajarê Himsê yên ji bo rûxandina rejîma Esed di dema Şoreşa Sûrîyê de tê hesibandin, û di 8ê Hezîrana 2019an de şehîd bû.

Ber bi Rêçeke Niştimanî ya Yekbûyî ve… Desteya Niştimanî ya Kesên Windabûyî Nexşerêyekê Amade Dike
Wezareta Çandinî û Enerjîyê sazîyên avê li Badyeya Sûrîyê dinirxînin
Wezareta Berevaniyê: Hêzên QSD Gundê Um Tîne Bombebaran kir ji bo Artêşa Sûriyê Tuhmetbar Bike
Wezîrê Rewşên Awarte: Ji bo Bihêzkirina Vegerandina Jîyanê li Parêzgehan 747 Hezar m³ Kavil Hatine Rakirin
Rêveberîya Hec û Umreyê Vegera Temamî ya Hecîyên Sûrî Radigihîne
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
TAGGED:Ebdulbasit El-SarûtŞoreşa Sûrîyê
Share This Article
Facebook Whatsapp Whatsapp LinkedIn Telegram Copy Link

Editors Choice

Wezîrê Niştecîkirinê ligel Şandeyeke Aborî ya Amerîkî Derfetên Hevkarî û Veberanînê Gotûbêj Dike

September 15, 2026

Yekîtîya Odeyên Bazirganî yên Sûrîyê Desteya Çareserkirina Nakokîyan Ava Dike

September 15, 2026

Wezareta Derve ligel Komeleya Sûrî li Brîtanyayê Xurtkirina Pêwendîyan Gotûbêj Dike

September 15, 2026

​Nanpêjgeha Til Hemîsê ya li Gundewarê Hesekê piştî Nûjenkirinê Dikeve Xizmetê

September 15, 2026
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)

Ajansa Sûriye Erebî ya Nûçeyan – SANA

Ajansa Niştîmanî ya Nûçeyên fermî yên Sûrîyeyê, di 24ê Hezîrana 1965an de hatiye damezirandin. Bi Wezareta Ragihandinê ve girêdayî ye û navenda wê ya sereke li Şamê ye.

  • Sûriyê û Cîhan
  • Serokatiya Komarê
  • Siyaset
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Tendrustî
  • Navnetewî
  • Perwerdehî
  • Çand û Huner
  • Werzîş
  • Geşt û Gozar
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
© Syrian Arab News Agency. All rights reserved.
Welcome Back!

Sign in to your account

Username or Email Address
Password

Lost your password?