Sûrîye tekez kir ku mafê qurbanîyan û malbatên wan di naskirina rastîyê û gihîştina agahîyên têkildarî binpêkirinên ku rûbirûyê wan bûne, mafekî mirovî yê resen e, û bingeheke sereke ya dadwerî û serwerîya qanûnê ye, her wiha hêmaneke pêwîst e ji bo xurtkirina aştîya navxweyî û aramîya civakî.
Wezareta Derve û Koçberan di daxuyanîyekê de îro Yekşemê ragihand: Ezmûnên têkildarî binpêkirinên giran ên ku li Sûrîyê rû dane nîşan dan ku nirxa agahî, belge û delîlan ne tenê di parastin an arşîvkirina wan de ye, lê belê di bikaranîna wan de ye ji bo xizmeta malbatên qurbanîyan, eşkerekirina rastîyê, zelalkirina çarenûsa windayan, belgekirina binpêkirinan û piştgirîya hewldanên dadwerîya veguhêz, berpirsyarî û qerebûkirina zirarê.