Şam-SANA
Rêveberîya Hec û Umreyê li Wezareta Ewqafê ragihand ku hemû geştên hecîyan ên ku biryar bû îro Duşemê, 8ê Hezîrana 2026an, ji Medîneya pîroz ber bi balafirgehên Heleb û Şamê ve bên kirin, heta demeke nedîyar hatin paşxistin.
Rêveberîya Hecê di daxuyanîyekê de duh Yekşemê dîyar kir ku ev paşxistin ji ber şert û mercên heyî û ji bo parastina selametîya hecîyên hêja ye, û li gorî rênimayên ku ji Desteya Balafirvanîya Sivîl a Sûrîyê û Erebistana Siûdî derketine hatiye kirin.
Rêveberîyê eşkere kir ku dê di heyama paşxistinê de hemû xizmetên pêwîst ji hecîyan re bên dabînkirin bi awayekî ku rihetî û selametîya wan bê misogerkirin, û dê di demeke nêz de derbarê demên nû yên geştan an vebijarkên alternatîf de agahî ji wan re bên dayîn.