London-SANA
Nûnera berê ya Brîtanyayê bo Sûrîyê Ann Snow ragihand ku di hevdîtina xwe ya dawî de bi Wezîrê Derve û Koçberan Es’ed Hesen El-Şeybanî re, pêşkeftina ku di asta têkilîyên dualî yên di navbera her du welatan de pêk hatiye, gotûbêj kirin.
Snow di peyamekê de li ser platforma “X”ê îro Duşemê got: “Min bi Wezîr El-Şeybanî re di serdana xwe ya dawî de bo Şamê wekî Nûnera Brîtanyayê bo Karûbarên Sûrîyê gotûbêjeke baş kir û me asta pêşveçûna têkilîyên dualî ji Kanûna Yekem a 2024an ve nirxand.”