Şam-SANA
Sûrîyê îro Şemîyê armancgirtina du xalên sînorî yên bejayî li bakurê dewleta Kuweytê bi rêya dronan ku ji Iraqê ve hatibûn, bi tundtirîn şêwe şermezar kir.
Wezareta Derve û Koçberan di daxuyanîyekê de ragihand ku ew hemû cureyên binpêkirinên ku ewlehîya dewletên bira dikin armanc bi tundî red dike. Her wiha piştgirîya xwe ya tam ligel dewleta Kuweytê li hemberî van êrîşan nîşan da û banga cezakirina alîyên berpirsyar kir, bi awayekî ku parastina ewlehî û aramîya li herêmê were misogerkirin.
Hêjayî gotinê ye ku Wezareta Berevanîyê ya Kuweytê îro di demeke zûtir de ragihandibû ku du dronên bombebarkirî ku ji Iraqê hatibûn, du xalên sînorî li bakurê Kuweytê kirine armanc, lê ti zîyanên canî çênebûne.