Heleb-SANA
Ji encama pevçûneke malbatî li ser rêya sereke ya nêzî gundê Kefer Naha yê li gundewarê rojavayê Helebê, kesek hat kuştin û şeş kesên din jî birîndar bûn. Qurbanî siwarên otobûsekê bûn; bi rêwîtî di devera pevçûnê re derbas dibûn û rastî gulebaranê hatin.
Çavkanîyekê ji Fermandarîya Ewlehîya Navxweyî ya Helebê, îro Şemîyê, di daxuyanîyekê de bo nûçegihanê SANAyê, dîyar kir ku pevçûn di navbera du malbatan de derket, di ecamê de gulebaran çêbû, û di wê demê de otobûseke rêwîyan di wê derê re derbas bû.
Çavkanîyê her wiha got ku di encama gulebaranê de kesekî jîyana xwe ji dest daye û şeş kesên din jî birîndar bûne, û hemû birîndar bo wergirtina dermankirina pêwîst ji bo navendên bijîşkî yên nêzîk hatine veguhestin.
Çavkanîyê piştrast kir ku kesên gule barandibûn, xwe radestî hêzên Ewlehîya Navxweyî kirine, û dest bi lêpirsînên bi wan re bûye da ku hûrgulîyên bûyerê aşkere bikin û kesên girtî bispêrin dadgehê.