Şam-SANA
Gelek bajar û bajarokên Sûrîyê îro Înê, bûn şahidê çalakîyên cemawerî yên nerazîbûnê ji bo redkirina biryara Îsraîla dagirker a bidarvekirina girtîyên Filîstînî. Beşdaran tekez kir ku ew li kêleka gelê Filîstînê ne di xebata wan a ji bo bidestxistina azadî û mafên wan ên rewa de.
Li parêzgehên Şam, Heleb, Hims û Dera û Laziqîyê bi sedan kes kom bûn ji bo şermezarkirina biryara bidarvekirina girtîyên Filîstînî. Di van kombûnan de wan nerazîbûna xwe li hember biryara Îsraîla dagirker nîşan da û careke din piştgirîya xwe ji bo doza Filîstînê ya dadperwer dûpat kirin.
Ev livûtevgerên cemawerî piştî wê yekê tên ku “Knesseta Îsraîlê” vê dawîyê yasaya bi navê “Yasaya bidarvekirina girtîyên Filîstînî” pesend kir. Ev yasa cezayê bidarvekirinê ferz dike û rê nade tu efûkirin an kêmkirina cezayê. Ev biryar li ser asta Erebî û navneteweyî bi rengekî berfireh hat şermezarkirin.









































