Rîyad-SANA
Ji ber êrîşên nû yên milîsên Hûsî li ser sê bajarên Erebistana Siûdî, 13 kes birîndar bûn.
Berdevkê fermî yê Hêzên Hevpeymanê Lîwa Tirkî El-Malikî di daxuyanîyekê de ku Ajansa Nûçeyan a Siûdî (ANS) veguhastiye, zelal kir ku milîsên Hûsî duh Duşemê bi hejmarek fuze û dronan êrîşî cihên sivîl ên li bajarên Xemîs Muşeyt, Ebha û Taîfê li rojavayê Erebistana Siûdî, kiriye. Di encama vê yekê de jî, 13 sivîl hin jê bi sivikî û hin jî hinekî bi giranî birîndar bûn û çend xanîyên niştecihbûnê tevî du wesayîtan zirar dîtin.
El-Malikî piştrast kir ku Fermandarîya Hêzên Hevbeş ên Hevpeymanê ji bo parastina serwerîya welat, cihên sivîl û sivîlan, bi berpirsyarî û biryardarî bersiva van êrîşan daye, bi awayekî ku bi Madeya “51”ê ya Peymana Neteweyên Yekbûyî, Prensîba Parastina Xweser, Qanûna Navneteweyî ya Mirovî û Rêzikên wê yên Destnîşankirî re, li hev bike.