Mesqet – SANA
Sûrîye bi rêya şandeyeke ji Rêveberîya Pişkinîna Dadwerî ya Wezareta Dadê, duh Duşemê beşdarî 30yemîn Civîna Serokên Deste û Dezgehên Pişkinîna Dadwerî yên Welatên Ereb bû.
Civîn bi mêvandarîya Navenda Erebî ya Lêkolînên Yasayî û Dadwerî ya ser bi Komkara Erebî ve di rojên 14 û 15ê vê Îlonê de li Omanê tê lidarxistin.
Serokatîya şandeya Sûrîyê ji alîyê Dadwerê Şêwirmend Elî El-Mexribî, Serokê Rêveberîya Pişkinîna Dadwerî û Endamê Encumena Bilind a Dadwerîyê ve tê kirin, her wiha Dadwer Dr. Semîr El-Celûl, Pişkênerê Dadwerî û Alîkarê Ragirê Peymangeha Bilind a Dadwerîyê jî di nava şandeyê de cih digire.
Dadwer El-Celûl di daxuyanîyekê de ji bo SANAyê piştrast kir ku beşdarîya Sûrîyê di civîna 30yemîn a dezgehên pişkinîna dadwerî de, xema Sûrîyê ya ji bo bihêzkirina pergala dadmendîya Erebî şênber dike; her wiha hewldana derbaskirina karê pişkinînê nîşan dide ku ji çavdêrîyeke asayî û kevneşopî derbasî pergaleke berfireh, berhemdar û pêşgir bibe, ya ku serxwebûna dadwerîyê û kalîteya performansa wê misoger dike.