Şam-SANA
Berevanîya Sivîl a Sûrîyê, daxwaza xwe ya ji bo eşkerekirina çarenûsa xwebexşkar Hemze El-ʼEmarîn û azadkirina wî nû kir, her wiha bang kir ku rêz li xebatkarên qada mirovî bê girtin, bên parastin û ewlehîya wan li her derê bê misogerkirin.
Berevanîya Sivîl bi rêya daxuyanîyekê li ser kenala xwe ya Telegramê, îro yekşemê, bi helkefta Roja Navdewletî ya Qurbanîyên Windkirina bi Darê Zorê, ragihand ku: “Em hevalê xwe yê xwebexşkar ê Berevanîya Sivîl a Sûrîyê Hemze El-ʼEmarîn bi bîr tînin; El-’Emarîn ji alîyê komên çekdar ve li bajarê Siwêdayê di dîroka 16ê Tîrmeha 2025an de hatibû revandin, dema ku erka xwe ya mirovahî ya ji bo derxistina sivîlan û tîmeke ser bi Neteweyên Yekbûyî ve, pêk tanî.”
Berevanîya Sivîl wiha jî got: “410 roj di ser windakirina bi darê zorê ya Hemze re derbas bûn, û ew hîn di dilê malbata xwe û hevalên xwe de ye, û her kesê ku ew nas kiriye wî ji bîr nake. Ew nimûneya wî mirovî ye ku jîyana xwe ji bo rizgarkirina kesên din û xizmeta civaka xwe terxan kiriye.”