Laziqîyê – SANA
Yekîneyên Ewlehîya Navxweyî yên Laziqîyê, piştî şopandineke hûrbîn û têkbirina hewldanên reva wî ya ber bi derveyî sînoran ve, Alîkarê Yekem Usama Mehmûd Hemûda yê ji gundewarê Cebleyê girtin.
Hemûda bi tawanên binpêkirin û sûcên li dijî xelkê parêzgehê yên serdema rejîma berê tê tometkirin; ji wan tawanan dayîna agahîyên sexte yên îstixbaratê, serokatîya komên desteserkirinê yên ku bûne sedema windabûna ciwanan, û her wiha destdirêjîya darayî ya berfireh.
Fermandarê Ewlehîya Navxweyî dîsa piştrast kir ku ew di şopandina sembolên rejîma berê û kesên ku destê wan di xwîna Sûrîyan de heye berdewam e ta ku wan radestî dadgehê bike. Wî got ku hesabxwestina sûcdaran ji mafê qurbanîyan e û berpirsîyarîya dewletê ye da ku dadwerî û serwerîya qanûnê were misogerkirin.