Şam-SANA
Wezareta Navxwe îro Sêşemê ragihand ku derîyê wergirtina daxwaznameyan ji bo xuleke awarte ya taybet bi mêran vekiriye.
Ev xul ji bo kesên ku beşdarî Şoreşa Sûrîyê bûne hatiye terxankirin, bi mebesta tevlîbûna wan di nava refên Hêzên Ewlehîya Navxweyî de.
Wezaretê bang li kesên ku dixwazin tevlî bibin kir ku ji bo agahdarbûna li ser şert û mercan û awayê serlêdanê, koda “QR” a di pêvekê de skan bikin an jî serî li lînka dîyarkirî bidin.



