Laziqîyê-SANA
Ji destpêka sala 2026an ve, tevgereke çalak li dergehê sînorî yê Kesebê yê bi Tirkîyê re peyda bûye, hejmara rêwîyên di vî dergehî re çûne û hatine gihîştiye nêzîkî 121 hezar kesî, nêzîkî pênc hezar welatîyên Sûrîyê yên bi dilê xwe vegerîyane di nav wan de hene.
Rêveberê Têkilîyan di Desteya Giştî ya Dergehên Sînorî û Gumrikê de, Mazin Elûş, dîyar kir ku kadroyên dergeh di sazkirina tevgera rêwîyan û hêsankirina karûbarên wan de berdewam in, da ku hêsanîya derbasbûnê misoger bikin û bendewarîya rêwîyan kêm bikin.
Ev yek hevdem e ligel berdewamîya cîbicîkirina projeyên pêşvebirina binesazîyê û xizmetguzarîyan, ku nûjenkirina avahîyên xizmetê, berfirehkirina qadên xebitandinê û baştirkirina jîngeha xebatê, li xwe digire.
Armanca van bizavan, bilindkirina asta xebitandina dergeh û hilgirtina barê tevgera kelûpelan û hejmara rêwîyan ya ku her ku diçe zêde dibe, bi awayekî ku peywendîya bazirganî û mirovî xurt bike û piştgirîyê bide plana desteyê ya ji bo pêşvebirina dergehên sînorî.

