Şam – SANA
Tîmên Parastina Sivîl bersiva gelek bûyerên trafîkê û şewatan di 24 saetên borî de da, ku di encamê de 4 kesan jîyana xwe ji dest da û 25 kesên din jî li parêzgehên cuda yên Sûrîyê birîndar bûn.
Parastina Sivîl ragihand ku 5 bûyerên trafîkê (2 mirin û 16 birîndar) û 17 şewatên li mal û dukanan qewimîne, ku di encama wan şewatan de du keçên piçûk mirin û 9 kes jî birîndar bûn. Tîman alîkarîya bingehîn pêşkêş kir û birîndar birin nexweşxaneyan, her wiha cenazeyên qurbanîyan ji bo temamkirina rêkaran şandin Bijîşkîya Dadî li Hemayê.
Parastina Sivîl roja Yekşema borî jî bersiva 9 bûyerên trafîkê û 20 şewatan li parêzgehên Sûrîyê dabû, ku di encamê de 18 kes birîndar bûbûn.