Şam-SANA
Şirketa Sûrî ya Petrolê ragihand ku ji encama kiryareke wêrankirinê ya bimebest, teqînek li ser xeta hinardekirina gazê ji kargeha Cibseyê ya li gundewarê Hesekê çêbûye û ev yek bûye sedema rawestandina pompkirina bi rêya wê xetê.
Şirketê eşkere kir ku bîr hatine îzolekirin, sikrên ewlehîyê hatine girtin û cihê bûyerê bi temamî hatiye ewlekirin, bêyî ku birîndarbûna tu kesî were tomarkirin. Di heman demê de tîmên teknîkî dest bi karên çaksazkirinê yên şev û roj kiriye. Her wiha bal kişand ser wê yekê ku rawestana herikînê bandor li dabînkirina gazê ya çend torbînên hilberînê kiriye, û tekez kir ku ew bi hevrêzîya ligel Şirketa Sûrî ya Elektrîkê re kar dike ji bo qerebokirina kêmasîya elektrîkê bi rêya berdêlên berdest.
Şirketê dîyar kir ku ew rewşê ligel alîyên pêwendîdar dişopîne ji bo temamkirina lêpirsînê û peyketina kesên ku ev kiryar pêk anîne, hevdem ligel girtina tedbîrên zêdetir ji bo xurtkirina parastina sazîyên petrol û gazê û xetên veguhestinê, her wiha tekez kir ku armanckirina van sazîyan zîyanê digihîne xizmetguzarîyeke bingehîn ku bi awayekî rasterast bandorê li jîyana hemû welatîyan dike.
Şirketa Sûrî ya Petrolê tekez kir ku kar berdewam e heta ku xet vegere xizmetê, û banga wê yekê kir ku agahîyên têkildarî bûyerê tenê ji kanalên fermî bên wergirtin.