Şam – SANA
Wezareta Rewşên Awarteû Birêvebirina Karesatan, hişyarî da welatîyên parêzgehên Reqa û Dêrezorê, bi taybetî yên ku li kenara Çemê Firatê dijîn, derbarê bilindbûna zêdetir ya asta avê. Ev rewş ji ber zêdebûna qebareya ava ku ji alîyê Tirkîyê ve tê û ji Bendava Kedîranê tê berdan, çêdibe.
Wezaretê dîyar kir ku Sazîya Giştî ya Bendava Firatê, dê dest bi berdana avê bi rêjeya 1100 metreyên sêcar di çirkeyê de bike, û piştî hefteyekê dê bibe 1200 metreyên sêcar di çirkeyê de. Ev yek dê li gorî daneyên avê û çavdêrîya astên avê ji alîyê Wezareta Enerjîyê ve, heta nîvê meha Çirîya Pêşîn berdewam bike.
Wezaretê ji welatîyan xwest ku van rêkarên ewlehîyê li ber çavan bigirin:
- Hişyar bin û dûrî besta çem, beravên wî û herêmên ku asta avê li wan bilind bûye bikevin.
- Dema ku asta avê bilind dibe û leza herikînê zêde dibe, melevanîyê nekin û nêzîkî avê nebin.
- Zarokan ji tenişta çem dûr bixin û bi berdewamî çavdêrîya wan bikin.
- Amûr û wesayîtên çandinîyê veguhêzin cihên bilind û ewle.
- Di çem re derbas nebin û nêzîkî şepêlên xurt ên avê nebin.
- Pabendîyê bi rênimayên alîyên fermî bikin û pêşhatên derbarê astên avê de bişopînin.