Şam-SANA
Navenda Niştimanî ya Keșnasîyê, ragihand ku pileya germê her ku diçe bilind dibe; ku li herêmên bakur, rojhilat, Cezîre û Badîyê derdora 3-5 pileyan û li herêmên din ên Sûrîyê jî derdora 2-4 pileyan bilindtir bûye.
Keşûhewaya îro roja duşemê bi gelemperî germ û sayî ye û hinek ewr xuya dibin, her weha li herêmên rojhilat û Badîyê tozdar e. Lê bi şev bi gelemperî hênik dibe. Di heman demê de hişyarîya çêbûna mijê li hinek beşên herêmên navîn û deverên bilind ên Peravê hatiye dayîn.
Lê belê xurtbûna ba, wê di navbera sivik û orte de be, ligel bahozê ku leza wan carinan ji 55 km/saetê zêdetir dibe, bi taybetî li herêmên navîn û hinek beşên herêma başûr.