Şam-SANA
Platforma elektronîk a “Deqîq”ê ku Wezareta Veguhastinê ya Sûrîyê vê dawîyê da destpêkirin, di çarçoveya veguhertina dîjîtal û otomasyona xizmetên veguhastinê de pêngaveke girîng e. Ev pêngav bûye sedema hêsankirina karûbarên welatîyan, rêkûpêkkirina kar di hundirê birêveberîyên veguhastinê de û kêmkirina qelebalixîyê.
Rêveberê Înformatîk û Sîstemên Veguhastina Zîrek li wezaretê Mihemed Merî Receb, di daxuyanîyekê de ji bo nûçegihana SANAyê îro Duşemê dîyar kir ku platform rê dide welatîyan ku berî serdana daîreyên veguhastinê, dora xwe bi awayekî elektronîk û pêşwext bigirin, ku ev yek dem û kedên wan diparêze.
Receb da zanîn ku ya herî girîng di vê platformê de ew e ku bi taybetî li gorî xwezaya kar û tevdîrên birêveberîyên veguhastinê hatiye sêwirandin û bernamekirin, ev yek jî nermbûneke mezin di xebatê de peyda dike û rê dide pêşvebirina wê da ku xwestekên kar û hewcedarîyên welatîyan bi cih bîne.