Dêrezor – SANA
Desteya Enerjîya Atomî ya Sûrîyê ligel Rêveberîya Bersivdana Madeyên Metirsîdar a ser bi Wezareta Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan ve, xebateke meydanî ya berfireh ji bo rakirina bermahîyên kîmyewî yên metirsîdar pêk anî, ev jî piştî agahdarkirina ji alîyê xelkê ve hat kirin ku li nava dibistanekê li bajarokê El-Şe`fe yê ser bi gundewarê Dêrezorê ev made hatine dîtin.
Desteyê duh Duşemê di daxuyanîyekê de ji bo SANAyê eşkere kir ku nimûneyên pêwîst ji bo pişkinîn û ravekirinê hatine wergirtin da ku celebê madeyên di nava sîlîndîran de bi temamî were piştrastkirin û pêngavên jiholêrakirina wan a bi ewle bi dawî bibin.
Her wiha desteyê bal kişand ser wê yekê ku li gorî rapora teknîkî ya destpêkê ya tîmên bersivdanê, sê sîlîndîrên mezin ên madeyên kîmyewî di nava hewşa dibistanê de binaxkirî bûn, ku ji wan du sîlîndîr di rewşeke ewle de hetine veşertin.



