Reqa – SANA
Parêzgeha Reqayê ragihand ku wê dest bi qonaxa yekem a dana mafên darayî yên 3525 karmendên yekîneyên îdarî kiriye. Ev gav di çarçoveya planeke berfireh de ye ku nêzî 30 hezar karmendî li xwe digire, ligel berdewamîya xebatê ji bo temamkirina dosyayên tevlêkirina nav sazîyên dewletê û vegerandina kesên ji kar hatine dûrxistin.
Cîgirê Parêzger Mihemed Hamidî û Rêveberê Geşepêdana Îdarî Emar El-Ebdî di konferanseke çapemenîyê de, zelal kirin ku parêzgehê komîteyeke navendî ji bo birêvebirina dosyaya entegrasyonê û lêkolînkirina rewşa çar kategorîyan ava kiriye: Kesên ji ber sedemên şoreşgerî hatine dûrxistin, karmendên Girê Spî (Til Ebyed) û yên Rêveberîya Xweser, û xebatkarên bernameya dabînkirina kar ji ciwanan re. Li alîyê din jî, tevî astengîyên kêmbûna belge û daneyan, qonaxa yekem piştî lêkolîn û kontrolkirineke kûr hate cîbicîkirin.
El-Ebdî dîyar kir ku hejmara kesên ji ber sedemên şoreşgerî hatine dûrxistin 8902 fermanber in, ku heta niha 3870 ji wan vegerîyane ser karên xwe. Derbarê xebatkarên sazîyên Rêveberîya Xweser de, sererastkirina rewşa wan li gorî valahîyên kar û pisporîyê, tê kirin.
Hamidî bal kişand ser wê yekê ku plana dana mafên darayî 20 rojan dewam dike, ku mûçeyên karmendên Rêveberîya Xweser di qonaxa niha de li gorî daneyên wan yên berê dê werin serfkirin, bi mercê ku di paşerojê de ligel pîvana mûçeyên sektora giştî re werin guncandin. Armanca van gavan çalakkirina sazîyên dewletê û dabînkirina aramîya xebata îdarî ye.

