Şam-SANA
Serokê Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Encumena Gel Mihemed Teha El-Ehmed biryara hejmar (1) a sala 2026an derxist, ku li gorî wê li parêzgeha Reqayê ji bo her du herêmên hilbijartinê (Reqa – El-Sewre) komîteyeke dadwerî ya șaxî tê avakirin.
Di biryara ku komîsyonê li ser kanala xwe ya Telegramê belav kiriye hatiye:
“Li ser bingeha hukmên Danezana Destûrî, her du mersûmên hejmar (66) û (143) yên sala 2025an, û biryara Wezareta Dadê ya hejmar (234) a sala 2026an, hat biryardan:
Avakirina komîteyeke dadwerî ya șaxî li parêzgeha Reqayê, ji bo her du herêmên hilbijartinê (Reqa – El-Sewre) ji van dadwerên navên wan li jêr hatine:
Îbrahîm Xelîl El-Hesûn wek serok
Mehmûd Cume El-Ehmed wek endam
Casim Salih El-Cabir wek endam
Erka vê komîteya nû ew e ku biryarê li ser îtîrazên hilbijartinên Encumena Gel a sala 2025an li her du herêmên (Reqa û El-Sewre) bide, û avahîya “Dadgeha Reqayê” wekî navenda fermî ya qanûnî ji bo wergirtina van daxwazan hat dîyarkirin.
Komîsyonê tekez kir ku armanca vê biryarê misogerkirina mafên destûrî û garantîyên dadwerî yên welatîyan e. Di heman çarçoveyê de, Serokê Komîsyona Bilind ligel Parêzgarê Reqayê amadekarîyên meydanî yên ji bo birêvebirina proseya hilbijartinê li parêzgehê nîqaş kirin.
Reqa ji 3 herêmên hilbijartinê pêk tê; hilbijartinên herêma “Girê Spî” (du nûner) di Cotmeha borî de bi dawî bûn, lê niha amadekarî ji bo hilbijartina 3 nûneran ji bo herêma “Reqa” û nûnerekî ji bo herêma “El-Sewre” tên kirin.
