Şam – SANA
Wezîrê Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan yê Sûrîyê, Raid El-Salih, tekez kir ku tîmên wezaretê û Berevanîya Sivîl di bersivdana meydanî de li hember keşûhewaya dijwar a ku welat tê re derbas, bi taybetî ku pêla wê li parêzgehên Heleb, Idlib, Tertûs, Laziqîye û Hamayê dijwartir e, berdewam in.
Wezîr El-Salih di nivîsekê de li ser platforma “X”ê îro got ku zêdetirî 100 tîmên Berevanîya Sivîl a ser bi wezaretê ve, ji bo rûbirûbûna vê pêla keşûhewayê kar dikin. Dîyar jî kir ku tîm bi hewara zêdetirî 110 xalan ve çûne; di nav de vekirina rêyên ku ji ber berfê hatibûn girtin, çikandina ava baranê ji rêyên ku ji ber golên avê hatibûn girtin û kişandina avê ji hundirê malên ku av derbasî wan bûye.




