Laziqîyê-SANA
Fermandarîya Ewlehîya Hundirîn li parêzgeha Laziqîyê ragihand ku alîyên pispor lêpirsînekê li ser hûrgilîyên desteserkirina ciwanê bi navê Mihemed Husameddîn Xemîre li beşa polîsên El-Hefeyê pêk tînin, ew jî li ser bingeha îdiayeke dizîna birrek pere li dijî wî, bi mebesta agahdarbûna li ser pêvajoya dozê û rêkarên ku di heyama desteserkirinê de derheqê wî de hatine girtin.
Fermandarîyê di daxuyanîyekê de duh Înê destnîşan kir ku lêpirsîn, kontrolkirina mercên desteserkirinê û asta lihevhatina rêkarên hatine girtin ligel rêgezên qanûnî yên pejirandî li xwe digire, ligel liberçavgirtina rewşa tenduristî ya vî ciwanê ku ji nexweşîya xwînberbûnê dinale, her wiha wergirtina tedbîrên pêwîst ji bo misogerkirina bidestxistina lênihêrîna bijîşkî ya guncaw ji bo wî.
Fermandarîya Ewlehîya Hundirîn tekez kir ku silametî, maf û rûmeta girtîyan li gorî qanûnê parastî ne, û her zêdegavîyeke ku rûdana wê di dema rêkarên desteserkirinê yan lêpirsînê de bê piştrastkirin, dê rêkarên yasayî yên guncaw li hember wê werin girtin.