Şam-SANA
Komîteya Bilind a Rêvebir a Destpêşxerîya “Sûrîya Bê kamp” civîna xwe ya peryodîk a sêyem li dar xist. Civîn bi serokatîya Wezîrê Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan û bi beşdarîya wezîrên Darayî, Karên Giştî û Niştecihkirinê, Kar û Karûbarên Civakî, Rêveberîya Xwecihî û Jîngehê, parêzgarên Heleb, Idlib û Hamayê, û endamên Komîteya Cîbicîkar a ji komîteya sereke derketiye, li baregeha Wezareta Darayî li Şamê hat lidarxistin.
Komîteyê li ser pêvajoya kar di bernameyên destpêşxerîyê de gotûbêj kir û li ser pêşketina çêkirina platformeke berfireh û giştî ji bo dane û agahîyan zanyarî wergirt. Her wiha, avakirina komîteyeke darayî bi armanca bihêzkirina dîsîplîna darayî û dabînkirina rêveberîya baş ji bo birêvebirina projeyan hat erêkirin.
Di civînê de, li ser berdewamkirina kar ji bo pêkanîna rûpîveke wekhev di kampên parêzgehên din ên têkildar de ji bo temamkirina bingehê daneyan û piştgirîkirina planên vegera rêkxistî li hev kirin. Komîteyê ferman da ku tavilê lêkolînên hûr û kûr ji bo projeyên ku ji hêla komîteyê ve hatine pejirandin werin amadekirin.