Şam-SANA
Desteya Giştî ya Firokevanîya Sivîl û Veguhastina Esmanî, îro Înê ragihand ku hemû amadekarîyên pêwîst ji bo destpêkirina yekem geşta hecîyan ji Balafirgeha Navdewletî ya Şamê ber bi bajarê Cedeyê ve sibe saet nehê (09:00) sibehê, temam bûne.
Serokê Beşa Ragihandinê li Desteya Giştî ya Firokevanîya Sivîl û Veguhastina Esmanî Mistefa Xeyrullah di daxuyanîyekê de ji bo SANAyê dîyar kir ku holeke taybet ji bo hecîyan hatiye amadekirin, ku odeyên ji bo “Îhramê”, sîstema hênikkirina navendî û cihên destmêj û serşokê lê hene, da ku rehetîya hecîyan di dema hebûna wan li balafirgehê de were dabînkirin.
Xeyrullah her wiha eşkere kir ku tîmên xebatê û rêkarên rêxistinî yên li balafirgehê armanc dikin ku tevgera hecîyan hêsan bikin û bidawîkirina karûbarên wan leztir bikin. Ev yek asta amadebaşîyê û girîngîya dabînkirina atmosfereke rehet û ewle nîşan dide, ji dema gihîştina hecîyan bo balafirgehê heta kêlîya birêketina wan.











