Şam-SANA
Wezareta Peywendî û Teknolojîya Zanyarîyan dîtina ku Serokkomar pêşengîya wê kiriye û xebata awarte ya ku Wezareta Derve û Koçberan encam daye ji bo derxistina navê Sûrîyê roja Duşemê 24ê Tebaxa 2026an ji lîsteya Amerîkî ya dewletên piştevanên terorê, bilind nirxand.
Vê yekê destkefteke dîrokî bi xwe re anî ku rûpeleke 47 salî ya vederkirina teknîkî û dîjîtal digire, û li pêşîya Sûrîya nû asoyên geşepêdan, jinûveavakirin û avakirinê vedike.
Wezaretê di daxuyanîyekê de li ser kanala xwe ya Telegramê duh Çarşemê, derbarê vegera xizmetguzarîyên dîjîtal ên cîhanî bo Sûrîyê, eşkere kir ku ev rêzbendîkirin bûye sedema ferzkirina astengîyan li ser hinardekirina teknolojîyê bo Sûrîyê û rê li ber gihîştina Sûrîyan bo xizmetguzarî û platformên cîhanî girtiye.
Ji alîyê xwe ve, wezaretê axaftina xwe wiha domand: “Tevî ku derketina Sûrîyê ji lîsteyê bingeha qanûnî ya van sînordarkirinan radike, lê hilanîna bandora wan a rêxistinî û teknîkî bi awayekî otomatîk çênabe.”