Şam – SANA
Wezîrên Navxweyî û Enerjîyê li Şamê mekanîzmayên parastina sazîyên stratejîk gotubêj kirin. Di civînê de giranî li ser ewlekirina bîrên neftê yên ku nû hatine wergirtin, xetên veguhastinê, û stasyonên av û kehrebeyê da ku berdewamîya xebata wan were mîsoger kirin, hate dayîn.
Kompanya Neftê ya Sûrî hinek zevîyên neftê li Reqa û Dêrezorê ji “HSD”ê wergirtin û dest bi derxistina neftê û veguhastina wê bo parzûngehan kir. Ev yek di çarçoveya peymana giştgir a agirbestê û yekbûna gav bi gav a sazîyên leşkerî û îdarî yên “Rêveberîya Xweser” di nav dewleta Sûrîyê de pêk tê.