Şam-SANA
Îro Pêncşemê, bi amadebûna Serdozgerê Giştî yê Komarê Dadwerê Şêwirmend Hesan El-Turbe û rêxistinên mafên mirovan ên navxweyî û navdewletî, Dadgeha Tawanan a Çaremîn li Şamê yekemîn rûniştina dadgehkirina Muftîyê berê yê Komarê Ehmed Hesûn da destpêkirin. Hesûn di serdema rejîma hilweşîyayî de muftî bû.
Rûniştin bi serokatîya Dadwer Fexredîn Mistefa El-Eryan hat lidarxistin. Her du şêwirmend Ebdilhemîd El-Hemûd û Husam Ebdilrehman wekî endam tê de beşdar bûn. Her wiha nûnerê Dozgerîya Giştî Dadwer Omer Mehmûd El-Radî jî li rûniştinê amade bû.
Hêzên Ewlekarîya Hundirîn Ehmed Hesûn di Adara sala 2025an de girtibûn.
