Şam-SANA
Wezîrê Navxwe Enes Xetab piştrast kir ku serdana Serokê Fransî Emmanuel Macron bo Şamê rawestgeheke dîrokî ye di rêça vebûn û hevkarîyê de û peyameke eşkere ye ku Sûrîye ber bi qonaxeke nû ve diçe.
Wezîr Xetab îro Sêşemê li ser platforma (X)ê got: “Em bi hemû dilsozî û pêdagirîyê dixebitin ji bo bilezkirina rêça pêşxistina Sûrîyê û xurtkirina ewlehîya wê û vegerandina wê bo wê pêgeha ku di nav welatan de heq dike, û avakirina paşerojeke ku layîqî gelê wê be”.
Derbarê teqîna ku îro di demeke zûtir de li Şamê pêk hat, Wezîr Xetab dîyar kir ku ew karên têkder ku sivîl û hêzên ewlehîyê armanc digirin, bi mebesta pêkanîna bandorê li ser sardana Serokê Fransî bûn. Wî amaje kir ku teqîn qebareya berpirsyarîyên li ser milê dewletê di parastina ewlehî û aramîya xwe de û rûbirûbûna her tiştê ku rêça geşepêdan û avakirina dewletê dike armanc, piştrast dike.
Wezîr tekez kir ku sazîyên dewletê dê di cîbicîkirina erkê xwe de ji bo parastina welatîyan, xurtkirina ewlehîyê û şopandina her kesê ku li pişt van karên terorîstî ye, berdewam bin.