Şam – SANA
Wergêrana sondxwarî wekî bingehekê ji bo belgekirina peywendîyên yasayî û îdarî û misogerkirina mafan li Sûrîyê tê hesibandin, ku tê de gelek pisporên vê pîşeyê belav bûne. Êdî, bingeha vê pîşeyê çi ye, sira navlêkirina wê çi ye û kengî hewcedarî bi wê çêdibe?
Pêwîstîyek ji bo pejirandina belgenameyan li dewletên din
Wergêrên sondxwarî pîşeya xwe wekî amûreke jîyanî ji bo peywendîyên navdewletî dibînin, ku hewcedarî pê çêdibe ji bo wergêrana belgenameyên fermî (akademîk û medenî) da ku pejirandina wan a yasayî li dewletên mêvandar bê misogerkirin; ev li gorî gotina Welîd Heşaş, cîgirê serokê Komeleya Wergêran e.
Çima “Wergêrê Sondxwarî” jê re tê gotin?
Têgeha “wergêrê sondxwarî” amajeyê bi wergêrê ku di pîşeya xwe de şareza ye û sonda yasayî xwariye dike, ku ew sond wî bi emanetdarîya tam pabend dike. Rehên peyvê ji alîyê dîrokî ve vedigerin peyva Babîlî “tarcumanû” (lîsanu hal anku zimanê rewşê), lê di zimanê Erebî de şêweyê mubalexeyê nîşan dide ku wateya şîrovekirin û pîşeyîbûna bilind dide.
Kî pîşeya wergêra sondxwarî bi rêk dixe?
Wezareta Dadê pîşeya wergêra sondxwarî bi rêya pêşbirkên demkî ji bo derçûyên zimanan li gorî hewcedarîyê bi rêk dixe; bi vî rengî serlêder dikevin bin ceribandinên hûr (ji Erebî û ber bi Erebî ve), û yên serketî li pêşberî dadgehê sonda yasayî dixwin berî ku mohra fermî ya pejirandî bidin wan.
Cudahîya di navbera wergêrê sondxwarî û wergêrê asayî de
Wergêrê sondxwarî bi pabendbûna xwe bi pîvanyarên yasayî û exlaqî yên tund di bin çavdêrîya dadgehê de, ji wergêrê asayî cuda dibe. Wergêrana wî xelekeke peywendîyê ya fermî û berpirsyar e di navbera dewletan de, ku dikeve bin kontrola alîyên pesendkirinê û ne tenê veguhestineke asayî ya nivîsan e.
Sifeta fermî dide belgenameyan
Wergêrana sondxwarî li gorî yasaya jimare (22) ya sala 2014an, sifeta fermî û hêza îsbatkirinê ya wekî resen dide belgenameyan li pêşberî dadgeh û alîyên fermî. Wergêr berpirsyarîya medenî û tawanî li ser her sextekarî an şaşîyeke bi qest hildigire, da ku mafên alîyan bên parastin û têgehên yasayî li ser asta navdewletî bên yekxistin.
Qonaxên pejirandina belgenameyên wergerandî
Belgenameyên navdewletî ji bo pejirandinê di sê qonaxên neçarî re derbas dibin: Wergêrana li cem wergêrekî sondxwarî, piştre pesendkirina Wezareta Dadê, û di dawîyê de pesendkirina Wezareta Karên Derve. Ji bo ku belge (çi medenî, zanistî an yasayî bin) sifeta xwe ya fermî wergirin, divê bi resen re li hev bikin û mohr, îmze û jimara tomarkirinê ya wergêr li ser bin.
Mercên hilbijartina wergêrê sondxwarî
Wergêrê sondxwarî kesekî xwedî ruxset e û li cem Wezareta Dadê qeyda wî heye ji bo wergêran û belgekirina belgenameyan bi şêweyekî fermî. Ji bo tomarkirina wî ev merc tên xwestin: Hemwelatîbûna Sûrî, şîyan, reftarên baş, bawernameya zanîngehê, û serketina di pêşbirkê de. Her wiha wekî “parêzvanê dergehê” pabend dibe bi şarezabûna di têgehên yasayî û pîvanyarên kalîteyê û exlaqên pîşeyî de da ku rastîya veguhestina wateyê misoger bike.
Bihayên wergêra sondxwarî li Şamê û cihên wan
Nivîsgehên wergêra sondxwarî li Şamê li devera Mercê kom dibin, û ev pîşeyeke hûr e ku mesrefên wê bilind in. Hemwelatî daxwaza birêkûpêkkirina bihayên wê bi şêweyê yasayî dikin ji ber cudahîya mezin di mesrefên wergêrana belgenameyan de, ku di navbera bi dehan û bi sedan hezar lîreyên Sûrî de diguhere.
Kesên serî li nivîsgehên wergêran didin, teqez dikin ku divê li ser bihayê pêşwext li hev bikin da ku ji nakokîyan dûr bikevin; her wiha rexneyan li guherîna bihayên û nebûna rênimayên zelal digirin. Hêjayî gotinê ye ku Wezareta Dadê par pêşbirkek ji bo damezrandina wergêrên sondxwarî yên nû ji bo gelek zimanan pêk anî.