Bikarxistina vê malpêrê, dide ku tu siyaseta taybetmendiyê u mercên bikaranînê dipejirînî.
Pejirandin
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  • Werzîş
  • Navnetewî
Reading: Bi Serpereştîya Serokkomarîyê Çalakîyên Konferansa “Ajendeya Niştimanî ya Şirketên Nû” Dest pê Kirin
  • AR
  • EN
  • TR
  • FR
  • ES
  • Çand û Huner
  • vîdyo
  • Wêne
  • Cêwazî
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
  • Werzîş
  • Navnetewî
Search
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Hawpolên Hewalan
    • Siyaset
    • Çand û Huner
    • Wêne
    • vîdyo
    • Cêwazî
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  •  Zimanekan
    • العربية
    • English
    • Türkçe
    • Français
    • Español
Follow US
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA) > Nûçeyên Sûriyê > Nûçeyên cîgehî > Bi Serpereştîya Serokkomarîyê Çalakîyên Konferansa “Ajendeya Niştimanî ya Şirketên Nû” Dest pê Kirin

Bi Serpereştîya Serokkomarîyê Çalakîyên Konferansa “Ajendeya Niştimanî ya Şirketên Nû” Dest pê Kirin

Hat weşandin: 2026/04/14 3:13 PM
Hat nûkirin: 2026/04/14 3:13 PM

Şam-SANA

Bi serpereştîya Sekreterîya Giştî ya Serokkomarîyê, îro Sêşemê çalakîyên konferansa destpêkirina “Ajendeya Niştimanî ya Şirketên Nûr”, ku ji hêla Wezareta Ragihandin û Teknolojîyê ve tê sazkirin, li hola Rida Seîd a Zanîngeha Şamê dest pê kirin.

Alîkarê Sekreterê Giştî yê Serokomarîyê ji bo Karûbarên Encumena Wezîran, Elî Kede, di peyva xwe de di konferansê de got:

Cezayên ku li ser Sûrîyê ji ber sîyasetên rejîma berê hatine ferzkirin bûn sedema îzolekirineke 14 salî. Vê yekê şirketên teknolojîyê ji amûrên fînansekirin, teknolojî û bazaran bêpar hiştin, û valahîyek di navbera veguhertinên dîjîtal ên cîhanî û ketwara navxweyî de ava kir.

Destpêkirina Ajendeya Niştimanî ya Şirketên Nû çarçoveyeke xebatê ye ji bo birêkûpêkkirina têkilîya di navbera dewlet û sektora taybet de. Derî jî li ber damezrandina şirketên nû vkir. Armanc ew e ku lêkolînên zanistî bibin hilberîn û raman bibin karsazîyên mayînde, ne tenê zêdekirina hejmara şirketan.

Rênimayên serokatîyê hene ku piştgirîyê didin rêya geşbûna teknolojîk. Nûgerî wekî bingeha avakirina aborîya paşerojê tê dîtin. Ev yek hemû alîyan han dide ku bi ruhekî yekgirtî û bi rêbazeke ku berjewendîya Sûrîyê û ciwanên wê di ser her tiştî re digire, bixebitin.

Wezîrê Ragihandin û Teknolojîyê Ebdulselam Heykel di Peyva xwe di Konferansa Destpêkirina “Ajendeya Niştimanî ya Şirketên Nû” de got:

Destpêkirina vê ajendeyê di dîroka pêşengîya Sûrîyê de kêlîyeke girîng û dîrokî ye. Ev yek ji bawerîyeke xurt tê ku şirketên nû yên teknolojîk livînerekî bingehîn in ji bo başbûna aborî, afirandina derfetên kar û bilindkirina asta berhemanînê.

Ajende li ser nêrîneke stratejîk a ji bo salên 2025-2030an ava dibe. Armanca wê avakirina sîstemeke hevgirtî ya şirketên nû yên teknolojîk e, ku bikaribin geş bibin û di asta herêmî û navdewletî de fireh bibin.

Ev ajende veguhertineke kalîteyî ye di awayê piştgirîkirina pêşengtîya teknolojîk li Sûrîyê de; bi vî rengî ji destpêşxerîyên belawela û kêm-bandor derbasî çarçoveyeke niştimanî ya yekgirtî dibe. Ev çarçove hewldanan hevrêz dike, rolan dîyar dike û rêyeke zelal ji bo pêşxistina sîstema pêşengtîyê di pênc salên bê de amade dike.

Wezîrê Perwerdeya Bilind û Lêkolînên Zanistî Merwan El-Helebî di peyva xwe di konferansa destpêkirina “Ajendeya Niştimanî ya Şirketên Nû” de got:

Destpêkirina ajendeyê rawestgeheke niştimanî ya girîng e. Ev yek çûna dewletê ya ber bi avakirina aborîyeke li ser bingeha zanîn û nûgerîyê nîşan dide, û ciwanan şîyandar dike ku ramanên xwe veguherînin projeyên berhemdar.

Destpêkirina ajendeyê hişmendîyeke pêşketî raber dike ku veberhênan ji mêjîyan dest pê dike; veberhênan ne bi qebareya mesrefan, lê bi şîyana dewletê ya avakirina jîngeheke ku piştgirîya afirînerîyê dike tê pîvandin. Ev rê li ber veguhertina ji perwerdeyê ber bi berhemanînê, ji lêkolîna zanistî ber bi pêşengtîyê û ji laboratuwarê ber bi bazarê ve vedike.

















Wezareta Ragihandinê Mafê Weşandina Hevpeyvîna Serok El-Şeri’ bi Kanala “Şems”ê re Diparêze
Navendeke Lêkolînên Çandinîyê li Idlibê Tê Avakirin
Serok El-Şara pêşwazî kir li ber hejmarek ji saxmayên ku ji komkujiyên kîmyewî yên ku ji aliyê rejîma berê ve hatine kirin
Wezareta Dadê: Kêmendam ji Xercî û Sîgorteyên Dadwerî Tên Efûkirin
Berevanîya Sivîl Hişyarîyê ji Şemitîna li ser Berfê Dide Şofêran Rêya Şam û Helebê
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
TAGGED:Ajendeya Niştimanî ya Şirketên NûSekreterîya Giştî ya Serokkomarîyê
Share This Article
Facebook Whatsapp Whatsapp LinkedIn Telegram Copy Link

Editors Choice

Gihîştina Fuela Iraqê bo Parzûngeha Himsê

April 18, 2026

Pêşangeha “Xan El-Herîr” li Helebê bi beşdarîyeke berfireh a kompanyên niştimanî dest pê dike

April 18, 2026

Daîreya Hişyarîya Zû ji ber lehî û şapeyên muhtemel li Sûrîyê hişyarî da

April 18, 2026

Di pevçûneke li Himsê de 2 endamên Ewlekarîya Hundirîn birîndar bûn

April 18, 2026
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)

Ajansa Sûriye Erebî ya Nûçeyan – SANA

Ajansa Niştîmanî ya Nûçeyên fermî yên Sûrîyeyê, di 24ê Hezîrana 1965an de hatiye damezirandin. Bi Wezareta Ragihandinê ve girêdayî ye û navenda wê ya sereke li Şamê ye.

  • Sûriyê û Cîhan
  • Serokatiya Komarê
  • Siyaset
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Tendrustî
  • Navnetewî
  • Perwerdehî
  • Çand û Huner
  • Werzîş
  • Geşt û Gozar
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
© Syrian Arab News Agency. All rights reserved.
Welcome Back!

Sign in to your account

Username or Email Address
Password

Lost your password?