Hums- SANA
Kompanya Sûrî ya Petrolê, ragihand ku wan dest bi valakirina barên fuela Iraqê li Parzûngeha Himsê kiriye, bi armanca piştgirîya stasyonên berhemdana elektrîkê û zêdekirina saetên xebitandinê.
Rêveberê parzûngehê, endezyar Xalid Mihemed Elî, dîyar kir ku ev pêvajo berdewam e û di nava rojekê de nêzîkî 41 tankerî hatiye valakirin. Ev yek di çarçoveya peymana pevguhrtinê de pêk tê, ku li gorî wê fuela Iraqî ji bo Sûrîyê tê dabînkirin, beramber ku hinek ji berhema parzûngeha Banyasê bê veqetandin û bi navê Iraqê bê hinartin.
Ev pêngava ku di destpêka meha Nîsanê de bi rêya dergehê El-Tenifê hat avêtin, ji bo bihêzkirina aramîya sîstema dabînkirina petrolê û tekezkirina li ser rola stratejîk a Sûrîyê wek dergehekî giring yê hinartinê li ser Deryaya Spî ye, bi awayê ku nermîyeke zêdetir di rêvebirina çavkanîyan di nav her du alîyan de peyda bibe



