Şam – SANA
Daîreya Hişyarîya Zû û Amadebaşîyê ya di Wezareta Rewşên Awarte de, ji ber barîna barana zêde û bagerên birûskî yên bihêz li piranîya herêmên Sûrîyê heta berbanga roja Yekşemê, hişyarî da. Her wiha bal kişand ser herikîna gelîyan, kombûna avê û pêkhatina ewran a ji nişkê ve.
Daîreyê derbarê cudahîya tundîya baranê de hişyarî da û bang kir ku ji gelî û cihên ku lehî lê radibin dûr bikevin û ji bo derbasbûn an kişandina wêneyê wan, xwe nexin metirsîyê. Her wiha şîret li şofêran kir ku baldar bin û tekez kir ku di dema birûskan de xwe ji bikaranîna telefonan, an xweveşartina li jêr daran û bircan dûr bixin.
Daîreyê di dawîyê de bang li welatîyan kir ku kon û tiştên ku dikarin bifirin mukim bikin, ji avahîyên rûxandî dûr bikevin, û tekez kir ku pabendbûna bi rênimayan metirsîyên keşûhewayê kêm dike.